Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Komelkujiya hovane yaku hêzên rijêma Esed duh dermafê çar zarokên ku li ser riya vegera ji dibistanê bûn pêk aniye, tawaneke mezin e, û helwesteke vebir ji civaka navdewletî dixwaze, daku sînorekî ji rijêma tawanbar yaku sivîlan nemaze zarokan armanc dike re deyne.
Hêzên rijêma tawanbar bajarokê Mearit Elneisan li gundewarê Idlibê duh sibeha sêyemîn roja heyva remezanê bi bombebarana topxaneyê yekser armanc kir.
Û di heman demê de balefirên dijminkar yên Rûsî bajarokên Sifohin, Filîfil li Cebel Elzawiyê li gundewarê Idlibê bombebaran kirin, û pişikdariyê li gel rijêma Esed di kuştin û tirsandina sivîlan de li deverên rizgarkirî dike.
Ev komelkujî di dema bîranîna pêncemîn ya komelkujiya Xan Şêxonê yaku rijêma Esed bi çekên kîmawî pêk aniye de tê, ew komelkujiya ku têde 91 sivîl hatibûn kuştin.
Rijêma Esed û rijêma Botîn di binpêkirina agirbestê de berdewam in, û bi awayekî dubare bizavê bo lêdana jiyana sivîl û ewlehî û aramiyê li deverên rizgarkirî dikin.
Mîkanîzma kuştinê, yaku rijêma Esed û Rûsiya dijî sivîlan li deverên rizgarkirî bêyî çi bersiveke navdewletî ya rasteqîn, berdewam e, tevlî ku siyaseta wan yaku li ser bingeha wêrankirin û kuştinê aşkere bûye.
Ji civaka navdewletî tê xwestin ku binpêkirinên dijminkarî yên ku dijî gelê me li deverên rizgarkirî pêk tên rawestînin, û jê tê xwestin ku biryarên Encumena Ewlekariyê yên têkildar bicî bînin, nemaze biryara 2254, daku sûriyan ji tirajîdiya 11 salan di bin zordarî û tawanên hêzên rijêma Esed û milîsên ku pêre alîkar in rizgar bikin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
5 nîsan 2022