Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, gotareke telfizyonî arasteyî kongirê salane yê giştî yê rikberiya Îranî kir, û têde tekezî li ser mafê herdû gelên Sûrî û Îranî di rizgariya ji rijêmên diktator û jiyana bi azadî û rûmet û demoqratî kir.
Û Elmislit di gotara xwe de got ku rêyên herdû gelên Îran û Sûriyê di berxwedana dijî tarîxwaz û zordaran û dizên bijardeyên gelan di jiyana azad û aştiyê de dighêjin hev. Û bal kişand ser ku dijminê herdû gelan yek e, û ew extebûteke jehirdar e, serê wî li Îranê ye, û lepên xwe dirêjî Sûriya, Libnan, Îrarq û Yemenê û welatên dîtir kirine.
Û Elmislit tekez kir ku gelê Sûriyê xebata rikberiya Îranî ya bi dirêjiya salan bilind dinirxîne, û li kêlek wê rikberiyê radiweste, da rijêma meleyan hilînin, û Îranê û gelê wê bighînin sîstemeke demoqrat ya nûnertiya rasteqîn ji hêviyên gelê Îranê re bike, û Îranê bike navenda aştî û şaristaniyê.
Û got ku rijêma meleyan ya mezhebî hişt ku Îran bibe jêdera fitneyan û cihê derxistina aloziyan û milîsan bo dewletên deverê û tavaya cîhanê.
Û cext kir ku rûxandina rijêma tawanbar li Tehranê û pêkanîna azadî û serweriyê bo gelê Îranê, armancin payebilind in, û rikberiya Îranî jiyana xwe ji bo wan armancan terxan kiriye.
Û Elmislit bal kişand ser ku gelê Sûriyê ta niha derdeseriyên rijêma Îranê û beşdariya wê ya leşkerî li gel rijêma Esed ya tawanbar di kuştin û girtin û îşkencê de dikşîne, û diyar kir ku rijêma meleyan bêhtir ji 70 girûpî ji milîsên terrorist bo Sûriyê şandin, û wan milîsan bi sedên hezaran ji sûriyan kuştin û aware kirin.
Û diyar kir ku rijêma Esed û rijêma meleyan milîsên mirinê şandin daku şerê gelê Okranya bikin, û alîkariyê bi Botîn re bikin di dijminkariya wî ya dijî Okranya de, û got: “ Xwiya ye rijêmên xêrnexwaz xwe û karînên xwe bo cenga dijî azadî û demoqrasiyê li ku derê be terxan kirine.”
Û ji civaka navdewletî xwest ku piştgiriya her şervanê bo azadiyê dijî van rijêman dixebitin bikin, û weku li Okranya dijî Botin derketine, li cihên dî jî heman dijderketinê bikin, û divê were zanîn ku dijmin ne tenê rijêmeke bi xwe ye, lêbelê ew torek ji rijêmên xêrnexwaz in, û di serî de rijêma Botin û Xamineyî û Esed, û tekez kir ku ne devera me û ne jî cîhan aramiyê nabînin, heyanî ku ev tawanbar desthilatdar in.
Û Elmislit hêvî kir ku vîneke siyasî ya navdewletî ya rasteqîn çêbibe, û sînorekî ji rijêmên tawanbar re deyne, û gelên me di hevkarî û yekrêziyê û xebatê de berdewam be, taku em azadiyê li welatê xwe li gel serwerî û rûmetê pêk bînin, û tekez kir ku gel têk naçin, û zordarî nadome, û rijêma Meleyan û rijêma Esed dê di demeke nêz de ji holê rabin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî