Tîmê Hevrêzkarên Bersivdanê li Sûriyê, tekez kir ku zêdegaviyên rijêma Esed û Rûsiya û milîsên PYD ji destpêka vê salê de hejmara 782 derbas kir, û bal kişand ser ku beşê mezin ji zêdegaviyan ji aliyê rijêma Esed ve bûn.
Û tîmê diyar kir ku ev zêdegavî bûn sedem ku bêhtir ji 47 sivêlan bibin qurbanî, 13 jê zarok û 4 jin bûn, her weha ziyanên curbecur gihane taxên nişteciyan û zeviyên çandinê û avahiyên xizmetkariyê.
Û Hevbendiya Niştimanî berê di daxwiyaniyeke xwe de, tekez kiribû ku rijêma Esed û rijêma Botîn di binpêkirina agirbestê de berdewam in, û bi awayekî dubare bizavê bo lêdana jiyana sivîl û ewlehî û aramiyê li deverên rizgarkirî dikin.
Û Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser ku mîkanîzma kuştinê, ya ku rijêma Esed û Rûsiya dijî sivîlan li deverên rizgarkirî bi kar tînin bêyî çi bersiveke navdewletî ya rasteqîn hebe, berdewam e, tevlî ku siyaseta wan yaku li ser bingeha wêrankirin û kuştinê ava dibe eşkere bûye.
Û Hevbendiya Niştimaanî daxwaza rawestandina binpêkirinên dijminkarî yên ku dijî gelê Sûriyê li deverên rizgarkirî pêk tên ji civaka navdewletî kir, û daxwaza cîbicîkirina biryarên Encumena Ewlekariyê yên têkildar kir, nemaze biryara 2254, daku sûriyan ji tirajîdiya 11 salên di bin zordarî û tawanên hêzên rijêma Esed û milîsên ku pêre alîkar in rizgar bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî