Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, diyar kir ku ne kêmtir ji 173 kesan bi awayekî kotekî hatin girtin, 4 zarok û 5 jin di nav wan de hebûn, di heyva adara 2022an de belge bûn, û bal kişand ser ku rijêma Esed operasyonên girtin û binçavkirina kotekî û îşkencê berdewam dike.
Ev rapor piştî çend rojan ji derketina mersûmê rijêma Esed yê bi navê “gunehbarkirina îşkencê” de hat, û Serokê Desteya Niştimanî ya Karûbarê Winda û Girtiyan li Sûriyê Yasir Elferhan, tekez kir ku Esed pêkanîna tawanan ranawestîne ji ber ku ew take-stratîciya wî ye, daku di riya wê re hikumdariya welêt bike.
Û Elferhan got ku girtina derveyî yasayê, binçavkirina kotekî, îşkence û kuştin û tevaya awayên danûstandina nemirovahî, salaxên riftarin bingehîn ên rijêma Esed in, û cext kir ku ew riftarin çespandî di dezgehên rijêmê de ne bi dirêjiya nîv sedsala bûrî, û rêbaz e di şêweyê danûstandina rijêmê bi rikberiyê re, berî şoreşê û bi dirêjiya salên wê.
Û Elferhan tekez kir ku ji civaka navdewletî tê xwestin ku biryaran derxîne û Esed pabendiyê bi wan bike, û kar li gor biryarên Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî bike, û rêşûnên sizakirinê li gel hejmarek ji dewletên dost bo rizgarkirina girtiyan ji tawanên qirkirinê bistîne, û nirx û dirustiya cîhana azad rizgar bike.
Û Elferhan daxwaza avakirina hevpeymanekê bo rizgarkirina gelê Sûriyê di riya cîbicîkirina hin rêşûnan re ji dewletên dost kir, û ne tenê daxwiyaniyên şermezarkirinê derînin, û bal kişand ser ku ew yek tenê wek behaneyeke sincî û yasayî di rewşa têkçûna Encumena Ewlekariyê di parastina ewlehî û aştiya navdewletî de tê pejirandin, her weha di rewşa ku Komeleya Giştî biryara “Yekîtî ji bo Aştiyê” û biryara “kar ji bo parastina gelan ji qirkirinê” nestandibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî