Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Nezîr Hekîm, di riya teknîka vîdyoyî re gotarek di kongirê salane yê giştî ê Rikberiya Îranê de pêşkêş kir, û têde hêviyên xwe ku herdû gelên Sûrî û Îranî ji rijêmên zordar rizgar bibin anînîn ziman.
Û Hekîm bal kişand ser ku berjewendiya herdû gelan îro hewcedarî yekîtiya gelan e, ne yekîtiya rijêmên serkutkirinê, û rizgarbûna ji mezhebîbûn û nijadperestiyê yên ku rijêma Esed û ya Îranê çandine.
û tekez kir ku Sûriyê melyonek pakrewan ji bo azadî û rûmeta xwe pêşkêş kir, ji bo ji desthilata rijêma Esed a tawankar rizgar bibe, û dijî pirojeya rijêma Îranî ya kirêt derkeve, û tekez kir ku şoreşa Sûriyê berdewam e, tevî tawanên mezin û terroristî yên ku dermafê gelê Sûriyê li ser destê hêzên Esed û Pasdarên Îranî û hêzên Rûsî pêk hatine.
Û got ku hezkirina azadî û rûmetê li bal gelê Sûriyê ji hevpeymana hêzên şer bihêztir û mezintir bû, û cext kir ku şoreşa Sûriyê bêguman dê bi ser bikevê.
Û Hekîm bal kişand ser ku êdî siloganên ku rijêma meleyan hildide nema kesî dixapînin, ji ber ku ji cîhanê tevî re diyar bû ku ew rijêmeke tawanbar û gendel e, û rêzgirtina xwe bo dîroka Rikberiya Îranê û têkoşîna wê dijî rijêma melayan yaku ji pêncî salî de dijî stemkarî û terorê didome anî ziman.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî