Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, ji civaka navdewletî û bi taybetî ji dewletên erebî xwest ku baldar bin, daku milîsên Îranê yên terrorist sûdê ji mijûlbûna Rûsiya bi şerê xwe yê li Okranya nebînin.
Û Elmislit bal kişand ser ku tawanên Rûsiya li Sûriyê hîn berdewam in, tevî ku Rûsiya bi dijminkariya xwe ya li ser Okranya mijûl e, û cextî li ser pêwîstiya piştgiriya cidî ji hêzên şoreşê re kir, ji bo ku beşdariyê di lawazkirina hebûna leşkerî ya Rûsî de li Sûriyê bikin, û di heman demê de nehêlin ku Îran rewşê ji xwe re wek derfet bibîne û milîsên xwe li wan devaran bicî bike.
Û Elmislit tekez kir ku zêdebûna hebûna Îranê li Sûriyê, aramî û ewlehiya tevaya dewletên deverê di pêşerojê de dixe bin gefê de.
Û Serokê Hevbendiyê bal kişand ser stratîciya rijêma melayan li ser bingeha belavkirina mezhebperestiyê di nav hemû pêkhatan de, û pêkanîna komelkujî û tawanan dermafê sivîlan, û pêkanîna operasyonên guhertina demografîk, û anîna malbatên milîsên Îranê û bicîkirina wan li şûna nişteciyên resen, ava dibe.
Û Elmislit cextî li ser pêwîstiya rûbirûbûna pilana Îranê û çalakiyên wê yên terroristî li deverê kir, ji ber ku ew gef in li ser aştî û ewlehiya navdewletî, û tekezî li ser piştgiriya şoreşa Sûriyê di warê siyasî û leşkerî û sivîl de kir, an jî avakirina mîkanîzmeke navdewletî, daku hebûna Îranê li deverê bi giştî biçûk bibe, û sînorek li pêşiya kiryarên wê yên teroristî li Sûriyê û dewletên erebî yên bira were danîn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî