Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civînek awarte îro pêncşemê bi amadebûna tevaya endaman ji bilî sê kesan li dar xist, û di civatê de rêşûnên navxweyî yên çaksazkirinê yên girêdayî bi endamtiyê û sîstema bingehîn gengeşe bûn.
Û Desteya Siyasî hejmarek ji biryarên giring pesend kirin, di çarçoveya pirograma çaksazkirinê de ya ku Hevbendî bizavê ji bo pêkanîna wê dike da rewaya xwe wek saziyeke ku nûnertiya gelê Sûriyê dike û berevaniyê di ber mafên wan de dike xwirt bike, û nûnertiyê di Hevbendiyê de bo tevaya pêkhatên leşkerî û şoreşgerî û siyasî û xwecihî bihêztir û serrasttir bike.
Û Desteya Giştî bi bêhtirê endamên xwe ve, rastkirinên di sîstema bingehîn ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de hatine piştî gengeşeyên kûr li gel pêkhatên Hevbendiya Niştimanî û hêz û saziyên şoreşgerî û siyasî û leşkerî biryar dan, û rijdî li ser pêkanîna çaksazkirineke rasteqîn ne tenê rastkirinên binav tenê bin hebû.
Û Endamên Desteya Giştî li ser zêdekirina nûnertiya Kombenda Kurdê Serbixwe di hundir Desteya Giştî de ku ji kursiyekî bibine sê kursî erê kirin.
Û Endamên Desteya Giştî dengdan li ser bidawîanîna endamtiya çar pêkhatan ji Hevbendiyê kirin, ew jî Tevgera Karê Niştimanî, Fraksyona Niştimanî ya Damezrênerî, Tevgera Şoreşgerî û Tevgera Kurdî ya Serbixwe, her weha dengdan ji bo mana Hîşam Merwa û Nesir Elherîrî wek endamin serbixwe kirin.
Û endamên Desteya Siyasî bawerî dan Wezîrê Perwerde û Hînkirinê Cîhad Ekrem Elhicazî, wek Wezîrê nû di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de, yê ku bawernameya doktora di ciyografiya suruştî de ji zanîngeha Eyn Şemis li Qahêra pêre ye, û berê postê Cîgirê Emîdê Kolîjeya Wêjeyê û Serokê Beşê Dîrok û Ciyografiya di Zanîngeha Helebê ya Azad de wergirtibû.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî