Sekretêrê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Ebdilmejîd Berekat, tekez kir ku pirosesa çaksazîkirina Hevbendiya Niştimanî bidawî nebûye, û dê pêngavin dîtir li pey werin, bi armanca berfirehkirin û tevlêkirina pêkhatin siyasî û çalakvaniyin şoreşgerî ji bo xurtkirina rewayî û nûnertiyê.
Ev daxwiyanî di dem beşdariya Berekat li gel endama Desteya Siyasî Besme Mihemed di workşopa ku Yekîneya Piştgiriya Aramiyê li Îyaleta Gazî Entabê ya Tirkiyê wek beşekî ji pirojeyê “Civaka Xwecihî di Pirosesa Siyasî û Destûrî de” yaku di bin navnîşana “Ketwarê Hevbebndiya Niştimanî di siya Guhartinên vê Dawiyê de” li dar ketiye de hat, û têde hejmarek ji çalakvanan û yên guhdanê bi karûbarê siyasî dikin û kesayetên siyasî yên li bajarê Entabê dijîn amade bûn.
Û workşopê girîngî da pirosesa çaksazîkirinê ya dawîn yaku Hevbendiya Niştimanî pê rabûye, her weha pêngavên ku dê di pey re di vî warî de bavêje.
Û amadebûyan sîstema bingehîn a nû ya Hevbendiya Nişimanî û guhertinên têde çêbûne û guhertinên vê dawiyê û bidawîanîna endamtiya bêhtir ji 22 endaman gengeşe kirin.
Û Berekat diyar kir ku pirosesa çaksazîkirinê ji demeke dirêj ve armanca Hevbendiya Niştimanî bû, ji bo nûnertiya rasteqîn ya kolana Sûrî û şoreşgerî xurt bike, û çarçoveya pişikdariyê li gel hêzên çalak li ser zemînê berfireh bike.
Û bal kişand ser ku pirosesa çaksazkirinê di hejmarek ji qonaxan re derbas bû, û ne nişkav bû, û komîteyek ji curbecur pêkhatên Hevbendiya Niştimanî bo wê ava bû, û encamên wê li pêşiya Desteya Siyasî hatin raxistin, û di civata Desteya Giştî de dengdan li ser çêbû, û bêhtirê endaman li ser erê kirin.
Û Berekat diyar kir ku dê şêwirdarî li gel pêkhatên siyasî û çalakvanên şoreşgerî yên derveyî Hevbendiya Niştimanî li dar bikevin, daku dest bi pirosesa berfirehkirin û xurtkirina rewayê û nûnertiyê bibe, di riya beşdarkirina nûnerên encumenên xwecihî û sendîka û yekîtiyan re.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî