Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit û Endamê Desteya Siyasî D. Bedir Camûs, Serdana Encumena Xwecihî ya bajarokê Elxendora li gundewarê Helebê kir, û bi endamên Encumen û rûsipiyên bajarok û kesên xwedî bandor û çalakiyên sivîl û rayedarên polîsên sivîl û leşkerî yên li bajarok re civiyan.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî pesnê karê saziyên cîbicîkar û yên xizmetkariyê yên bajarok da, û tekezî li ser giringiya avakirina saziyên berdêl li şûna yên rijêmê li tevaya deverên rizgarkirî kir, û ku nimûneyeke rêvebirî ya serkeftî pêşkêş bikin, daku rastiya rijêma Esed ya tawanbar û diktator diyar bikin.
Û Elmislit li ser pirosesa siyasî û pêşketinên wê axivî, û tekez kir ku rijêma Esed di danûstandin û karên Komîteya Destûrî de bi piştgiriya Rûsiya û Îranê hîn xwe ji kar dide paşd, ji ber helwestên sist yên civaka navdewletî.
Û cextî li ser giringiya berdewamiya hevkarî û hevrêziyê di navbera tevaya çalakî û hêzên şoreşger de bo rûbirûbûna tevaya astengiyan û berdewamkirina şoreşê ta daxwazên azadî û rûmet û demoqrasiyê pêk bînin kir.
Ji aliyê xwe ve, amadebûyan behsa giringiya guhdana doza girtiyan û pêwîstiya pêkanîna pêşdeçûnekê di vê doseyê de daku wan serbest berdin û çarenûsa binçavkiriyên kotekî eşkere bibe, kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî