Thursday, June 12, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Berpirsekî Hevbendiyê: Em Piştgiriya Biryarên Komkara Erebî yên ji bo Gemkirina Îranê Dikin

November 21, 2017
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 3 mins read
A A
Berpirsekî Hevbendiyê: Em Piştgiriya Biryarên Komkara Erebî yên ji bo Gemkirina Îranê Dikin

Berpireskî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, daxwaza damezrandina hevpeyameyekê ji dewletên Erebî kir ji bo rawestandina “terora Îranê”, û dewletên Erebî han dan li ser standina “biryarên pêwîst” bi rêka encûmena ewlehiya navdewletî ji bo rawestandina “destêwerdanên Îranê yên redkirî”.

Ehmed Remedan, serokê ofîsa ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî, duhî roja duşemê di daxuyaniyekê de ji ajansa Anadol re got: ” Em piştgiriya pêkanîna hevpeymaneyeke Erebî dikin, ya bibe destpêka hevpeyamenyeke navdewletî li hember pilan û terora Îranê, û pêwîste em rê nedin Îranê ku mifayê ji nakokiyên di navbera Ereban de bibîne, û hewl bide bi rêka wan nakokiyan destkeftan ji bo berjewendiya xwe bidest bixe”.

Hêjayê gotinê ye ku encûmena wezîrên derve yên Ereban daxuyaniyek yekser da piştî lidarxistina civîneke awarte li roja yekşemê li Qahîra paytext, û li ser daxwaza Erebistana Si’ûdî biryar da ji bo veguhestina “fayilê destêwerdanên Îranê” bo encûmena ewlehiyê, û şermezarkirina milîsên “hizbulah” ya Libnanî, û qedexekirina weşanên kenalên “ji aliyê Îranê têne peredan ” li ser setelaytên Erebî.

Remedan got ku “Hevbendî xweşhaliya xwe diyar dike ji redkirina destêwerdanên Îranê di Sûriyê de, û hewlên Tehranê yên ji bo belavkirina ajawegeriyê û terorîstiyê li navçeyê red dike, û destxweşiyê li derketina helwesteke Erebî ya yekgirtî dike”.

Remedan zêde kir û got: “pêwîst e helwest ne tenê bi derxistina daxuyaniyekê be, lê herwiha divê kar bibe bi rêka encûmena ewlehiya navdewletî ji bo standina biryarên pêwîst, ku nabe dewleteke terorîst ya sînorbir  xwe di ser yasayê re dibîne, bêyî ku tu aliyê navdewletî rê li pêş bigire”.

Remedan tekez kir ku ” kiryarên Îranê li Sûriyê, nemûneyek e ji terora ku milîsên wê li navçeyê bikar tînin “, û bal kişand ku Hevbendiya Niştimanî her ji destpêkê de daxwaza karekî kiribû li dijî destêwerdanên Îranê û hewlên wê yên ji bo peydakirina fitnegeriyên mezhebî.

Herwiha Îran tometbar kir bi encamdana guhertinên demografî li Sûriyê û got: “tişta dibe gelekî metirsîdar e, û Îran bi rêka baskên xwe guhertina demografî û koçberkirina xelkê Sûriyê pêk tîne, ji bo hawirdekirina çeteyan li şûna wan”.

Remedan cext kir ku ” li hember vê yekê pêwîst e li nav hemû dewletên Erebî zingilê metirsîdariyê lê bide, û em bawer in ku ev bizava komkara Erebî wê bibe destpêk, û pêwîst e berdewam be ber bi astekî berfirehtir û tekeztir”.

Remedan got ku ” metirsiya Îranê, sebaret xelkê Sûriyê kêmtir nîne ji metirsiya rijêma diktator (Bişar Esed), û tawanên Îranê li Sûriyê wê bi dirêjahiya salan jibîr nebin”.

Remedan daxuyaniya xwe bidawî kir û got ” di qonaxa bê de wê karên berbiçav li hember destdirêjiya Îranê li ser cîhana Erebî bên kirin, û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî kar ji bo dirustkirina bereyeke Sûrî ya yekgirtî dike, ya ku bibe beşek ji hevpeymaniyeke Erebî û navdewletî ya berferhtir ji bo rûbirûbûna gefên Îranê bi hemû şêwazan”.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

ShareTweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post

Hevbendiya Niştimanî Têwerdana Rûsî di Kongirê Hêzên Şoreş û Hevrikiya Sûriyê yê li Riyad Pirotesto Dike

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.