Li Ser Daxwiyaniyên Rûsiya Derbarê Gihandina Alîkariyan di Rêya Xalên Sînorî re
Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku bizavên Rûsiya di rawestandina alîkahiyên mirovahî bo Sûriyê di xalên sînorî re, di rêya bikarnîna mafê VETO re, weke tawanekê ye dermafê 4.2 melyon sûrî yên ku li deverên rizgarkirî û li nêzî sînorê Sûriyê û Tirkiyê dijîn, di dema ku ew hewcedarî alîkariyên mirovahî ne, daku zindî bimînin.
Saziyên mirovahî yên xwecihî û cîhanî berê tekez kiribûn ku têkçûna Encumena Ewlekariyê di dirêjkirina dema veguhastina alîkariyên mirovahî de di rêya xalên sînorî re, dê derdeseriyên sivîlan bi awayekî ku berê nebûye bilind bike, ji ber ku ev yek bi awayekî yekser bi melyonan kes ji aliyê xwarin û tendurustiyê de armanc dike.
Ji civaka navdewletî tê xwestin ku hêrskirinên ku Rûsiya di Encumena Ewlekariyê de çêdike rawestînin, nemaze piştî pêkanîna bi sedên komkujî û tawanên cengê li Sûriya û Okranya, ji ber ku Rûsiya bizavê dike daku qezencin siyasî ji xwe û rijêma Esed re pêk bîne, di rêya bikaranîna doseya mirovahî wek kaxezeke danûstandinê re.
Hevbendiya Niştimanî careka dî daxwazê ji Encumena Ewlekariyê dike ku gihandina alîkariyên mirovahî bo sûriyan misoger bike, dûrî rijêma Esed yaku ew alîkarî dane kujer û tawanbarên milîsên ku di kuştina sûriyan de alîkar in, û dizîn û firotina wan alîkariyan ji hêla berpirsên rijêmê ve.
Hevbendiya Niştimanî bibîr tînê ku rizgarbûna rijêma Esed ji sizayan û hiştina stemkariya wê li ser gelê Sûriyê bêyî ku sînorek jêre were danîn, dê rewşa mirovahî li Sûriyê hîn xirabtir bike, û lewra çakbûna rewşa jiyana rojane û ya mirovahî bi pabendiya Encumena Ewlekariyê ya navdewletî ve girêdayî ye, di rêya cîbicîkirina biryarên wê re, yên ku veguhastina siyasî li Sûriyê misoger dikin, û gelê Sûriyê ji rijêma Esed ya tawanbar rizgar dikin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
28 nîsan 2022