Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez kir ku Tiştê ku rojnameya The Guardian eşkere kiriye, ku çawa endamin ji hêzên rijêma Esed komekujiyekê dermafê bi dehên sivîlan pêk tînin, û di pey re wan davêjin kortekê û bi awayekî hovane govdê wan dişewtînin, tenê tawanek ji nav bihezaran ji komkujiyên xwîndar yên ku rijêma Esed û hevalbendên wê dermafê gelê Sûriyê pêk anîne ye.
û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyanekê derbarê vê komkujiyê de, bal kişand ser ku tiştê berê sûrî zanin, îro bi çavan tête dîtin û cîhan tev lê temaşe dike, û vê tawanê ti guman nehiştin ku ev rijêma hov di ber gelek komkujiyan de berpisyar e.
Û Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku ev tawana ku rojnameya “The Guardian” li taxa Eltedamun a Şamê şopandiye tawaneke cengê ya bi temamê mercên wê ve ye, û yên ku pêkanîne diyar in, û cihê wê eşkere ye, û ev tawan û tawanên mîna wê yên belgekirî, sizakirineke dadane bo rijêma Esed a tawankar di Dadgeha Tawanên Navdewletî de dixwaze.
Û Hevbendiya Niştimanî cext kir ku aştî li Sûriya û deverê çênabe bi hebûna rijêma tawankariyê yaku tevaya cureyên tawanan dermafê sûriyan pêk anîye, çi bi serjêkirina bi kêran be, an bi gulebarandinê be, an bi bombebarana topxane û bermîlên teqîner û balefir û fetisandina di riya çekên kîmawî re be.
Û Hevbendiya Niştimanî got ku Tevaya van tewanan bilezkirina vekirina doseya sizakirina navdewletî û dadgehkirina dadane ji tawanbaran re dixwaze, daku dadwerî bi ser bikeve, û tirajîdiya sûriyan bidawî bibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî