Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, bi boneya Cejna Remezanê, gotarek arasteyî tevaya gelê Sûriyê li her derê kir, û têde hêvî kir ku roja Cejna Remezanê li tevaya sûriyan bi xêr û bereket û jiyana bi rûmet hilê, û di heman nameyê de pîrozbahiya umeta erebî û îslamî bi vê boneya pîroz kir, û lav ji xwedayê gewre kir ku ev cejn ya aştî û azadiyê ji tevaaya gelên cîhanê re be.
Û di peyva Serokê Hevbendiya Niştimanî de hat ku vaye yazdemîn sal bi êş û xem di ser sûriyan re derbas dibe, bi sedema tawanên rijêma Esed û Rûsiya û Îranê dijî wî gelê ku li hejmarek mezin ji dewletên cîhanê ji hev belav bûye û bûye penaber.
Û di gotina xwe de, di bîr anî ku bi sedên hezaran girtî hene, û ev cejn di ser wan re derbas dibe bêyî ku haya wan ji cejnê hebe, ji ber ku di zîndarên tarî yên ku roniyê nabînin de ne, sibeh û êvarên wan bi qamçiyan dibûrin, bêyî ku ti guneh an tawan kiribin, lê tenê ji ber ku daxwaza azadî û rûmetê ji welatê xwe re kirine.
Û serokê hevbendiyê tekez kir ku komelkujiya taxa Eltedamun li Şamê yaku asayîşên rijêma Esed pêk aniye, nimûneyeke ji hezarên komkujiyên nediyar, û ev komkujî dibe ku bersiva çarenûsa bi hezaran ji kesên girtî û windakirî bide, û cext kir ku çênabe ku cîhan li gel rijêma tawanbar bêdeng bimîne, piştî ku nîşan û belge ji berî bêhtir ji deh salan de li pey hev derdikevin, û rijêmê weke rijêma qirkirina hovane diyar dikin.
Û Elmislit daxwaza pêwîstiya veguhastina doseya taxa Eltedamun bo Dadgeha Tawanên Navdewletî û peyketina yên ku tawanên cengê pêk anîne û di serî de Beşar Esed û rayedarên artêşa wî û amûrên ewlekariyê kir, û got ku ev yek erk e li ser milê Civaka Navdewletî û Netewên Yekbûyî û divê jê nerevin, ji ber ku ji wêneyên vê komkujiyê kirêttir û eşkeretir tuneye, wek nîşan ji tawanên qirkirinê yên ku rijêma tawankar pê radibe re.
Û Elmislit got ku em li kêleka gelê xwe yê li deverên rizgarkirî û tevaya sûriyên azadîxwaz û xweragir, di heman rêya şoreşa yazde salan de pêşde diçin, rêya azadî û rûmetê, ji bo ku em cejneke nû bo tevaya sûriyan biafirînin, daku roja rizgarbûna ji rijêma Esed û hevlabendên wê û milîs û nandozên wê yên ku sûriyan dikujin û jiyana wan teng dikin be.
Û Elmislit di gotara xwe de cext kir ku xwîna milyonek şehîdê sûrî bo me handana herî mezin e da em ber bi pêş de di rêya azadî û rûmetê de herin, bêyî ku dest ji piçek ji daxwazan li ser ti astê berdin, û ji gelê Sûriyê re tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî dê di bizava xwe ya rêya xurtkirina karê saziyên şoreşê yên ku kar li ser xizmeta gelê me di kartên hînkirin û xizmetkarî û tendurustî û leşkerî de dikin berdewam be.
Û Elmislit daxwaza piştgiriya hevpeymaneke navdewletî ji tevaya dewletên bira û dost û hemû gelên gerdûnê û saziyên cîhana azad kir, ji bo ku tawanbarên cengê û di serî de rijêma Beşar Esed ya tawankar û rijêma Botîn û Xamîneî yên ku sûrî kuştine û xwîna wan rijandine sizayê bibînin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî di dawiya gotara xwe ya bi vê boneyê de, silav li gelê Sûriyê yê gewre û xwaragir yê ku bi semax di pêgiriya xwe ya bi şoreşê û pirensîpên wê tevî rewşa dijwar rijde kirin, û ji tevaya sûriyan re hêvî kir ku di cejna dahatî de ahengên serkeftin û şahiyê li dar bikevin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî