Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, nameyeke pîrozbahiyê bi boneya Cejna Remezanê arasteyî Wezîrên Dewletên ereb û yên misilman kir, tê de spasiya wan li ser berdewamiya piştgiriya doza payebilind ya gelê Sûriyê ya ji bo bo pêkanîna daxwazên mafdar û rewa kir.
Û Elmislit tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya piştgiriya gelê Sûriyê di daxwazxên mafdar ji bo rizgarbûna ji rijêma qirkirin û komkujiyan û piştgiriya veguhastina siyasî li Sûriyê li gorî biryarên navdewletî kir, û cext kir ku komkujiya taxa Eltedamun ne komkujiyeke tenê û derbasbûyî ye, lê nimûneya rêbazekê ye ku rijêm ji destpêka şoreşê de li ser dimeşe, û bi hezaran weke komkujiya Eltedamun û yên jê kambaxtir pêk anîne, û ev kiryar hewcedarî sizakirina rijêma tawanbar bi awayekî yekser e.
Û Elmislit got ku ev komkujî û yên mîna wê, sedemeke nû ye, xwezaya rijêma qirkirinê bibîr tîne, û diyar dike ku pir zor e ev rijêm careke din ava bibe an serrast bibe, û cextî li ser şaştiya normalkirina têkliyan li gel vê rijêmê an nûkirina wê an pejrendina wê di nava sîstema navdewletî ya nû de kir.
Û Elmislit hêviyên xwe anîn ziman ku Cejna Remezanê ya dahatî hilê û têde Dewletên ereb û yên misilman di xêr û aştî û pêşketin û geşepêdanê de di dewltanên xwe de bijîn, û hêvî ji xwedayê mezin kir ku Sûriyê biparêze û ji zordaran rizgar bike, û tevaya muslimanan biparêze.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî