Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi boneya Roja Cîhanî ya Azadiya Rojnemevaniyê, pesnê rola tevaya rojnemevanan û kesên di warê ragihandinê de bi dilsozî û durustî dixebitin da, nemaze li deverên Sûrî yên rizgarkirî, li ser bizavên wan ên veguhastina derdeseriyên sûriyan û diyarkirina qehremanî û mêrxasî û fedakariya wan di ber doza azadiya xwe de, û di vê boneyê de tekeziyê li ser pêwîstiya azadiya rojnemevaniyê û mijarên wê dike, daku derbirîna xemên gelan bike, û bibe neynikeke rasteqîn a ketwar û daxwazên wan.
Hevbendiya Niştimanî şanaziya xwe anî ziman bi rojnemevan û çalakvanên ku li kêleka şoreşa Sûriyê ji destpêka birêketina wê de tevî karînên wan ên lawaz lê bi dilên bi azadiyê bawer rawestiyane, wek hewldanekê ji hêla wan ve da rastiyên ku alavên ragihandinê yên rijêma Esed ji Sûriyan veşartine diyar bikin, di dema ku rijêmê di rêya amûrên xwe yên ragihandinê re şoreş dişêwand û daxwazên sûriyan diguhartin û bûyerên rojane sexte dikirin.
Ji dema ku Rijêma Esed hatiye ser desthilatê, danûstandin li gel rojnamgerî û ragihandinê re di riya tengkirin û arastekirinê kir, daku gotara xwe ya sexte veguhêze, dûrî azadiya ku bingeha karê rojnemevaniyê ye. Û di pey re bi vêketina şoreşê re rojnemevan li bal rijêma Esed û milîsên wê her dem armancên yekemîn bûn, ji ber ku binpêkirinên wan dermafê gelê Sûriyê eşkere dikirin û rastiya tevgera gelêrî dijî rijêma Esed diyar dikirin, û ji encama wê wê siyasetê, li gorî saziyên mafnasî, bêhtir ji 580 rojnemevanî, biyanî jî di nav wan de hebûn, li ser destên rijêmê û hevalbendên wê ji sala 2011an de hatine kuştin, her weha binçavkirina bi dehên hezaran ji rojnamevanan.
Rojnemevanî li deverên di bin kontirola rijêmê de hîn gemkirî ye û ji mafê xwe bêpar e, bi sedema siyaseta serkutkirin û tengkirin û siyasetkirin û sextekirina rastiyê ya ku rijêm wê wek rêbazekê ji xwe re dibîne, û bi ser de derxistina biryarên vê dawiyê ji aliyê rijêmê ve, yên ku nahêlin ku welatî rexneyan li rewşa jiyanê ya xirab bikin, an li ser doseyên gendeliyê biaxivin, an siyaseta rijêma tawanbar, çi ji aliyê rojnemevanan ve be an ji hêla kesên dîtir be, rexne bikin, wek çespandineke kirêt ji yasayîkirina girtina tevaya deven û bendkirina azadiya derbirînê.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi gelê Sûriyê yê azad re berdewam e, ta gihiştina Sûriyake nû ya rûmeta tevaya welatiyên xwe û azadiya derbirîn û afrandin û rexnê û rûbirûbûna desthilatê bi peyva azad a bê tirs dabîn bike, ji civaka navdewletî tê xwestin ku sistiyê di piştgiriya veguhastina siyasî de li Sûriyê neke, û rijêma serkutkirinê, yaku roj bi roj gendelî û Tawanên wê û dûrbûna wê ji çanda vê serdemê tê çesipandin, bidawî bîne.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
03 gulan 2022