Desteya Jinê ya Sûrî bi pişikdariya Yekîneya Piştgiriya Aramiyê, çalakî û rahênanên di çarçoveya piştgirî û xurtkirina rola jinên Sûrî cîbicî dike de berdewam dike, û Desteyê li bajarê Ezazê rûniştineke diyalogî û gengeşeyî di bin navnîşana Nasnameya Niştimanî di Peymana Civakî de bi beşdariya jinên Sûrî yên di karûbarê siyasî û civaka sivîl de çalak in li dar xist.
Û rûniştinê ketwarê nasnameya niştimanî ya Sûrî berî şoreşê gengeşe kir, ku çawa rijêma Esed rewşa jihevxistina civakê belav kir, ji bo nehêlana çi diyardeyên xurtkirina nasnameya niştimanî ya Sûrî.
Û gengeşe li ser ketwarê sûriyan li hundir û derve û dijwariyên ku rastî wan tên çêbûn, û çawaniya sûdwergirtina ji cihêrengiya pêkhatên gelê Sûriyê, û çawa sûdê ji vê cihêrengiyê û dewlemendiya nasnameya niştimanî ya Sûrî wergire, yaku dê bibe kevirê bingehîn di avakirina Sûriya pêşerojê û dewleta dadmendî û yasayê de.
Û jinên beşdar tekez kirin ku dê tenê demoqrasî nasnameya niştimanî misoger bike, û di riya wê re dê pirensîpa dadmendî û wekheviyê pêk were, û cudahî namîne, û dê wekheviya derfetan çêbibe, û maf û serdariya yasayê bête parastin, û têgeha nasnameyê îro tenê li ser bingeha mikurhatina bi cihêrengiya me û rêzgirtina curbecuriyê ava dibe, û jinên beşdar cextî li ser rola giring yaku divê hêzên şoreşê û civaka sivîl bilîzin kirin, û avêtina pêngavên ku nasnameya Sûrî bi tevayî biçespîne, û cextî li ser rola jinê di dariştina wê de bo pêkanîna dadmendiyê û aştiya civakî kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî