Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî cext dike ku alîkariyên mirovahî yên navdewletî yên ji sûriyan re têne pêşkêşkirin, tiştekî pêwîst in ku dest jê nayê berdan, çi li Sûriyê be an li dewletên derdorê be, ji ber ku hejmara sûriyên debara jiyana xwe bi alîkariyên mirovahî dikin dighêje 14.6 melyon kesî, li gorî serhejmariyên navdewletî.
Alîkariyên mirovahî yên ji sûriyan re têne pêşkêşkirin, weke damara jiyanê ye ji bimelyonan kes re tevî zarok û jinan, nemaze alîkariyên girêdayî tendurustî û ewlehiya xwarin û hînkirinê, û di vî warî de Pirograma Ewlehiya Xwarinê WFP bal kişand ser ku 3 ji her pênc kesan li Sûriyê derdeseriya tunebûna ewlehiya xwarinê dikşînin.
Hevbendiya Niştimanî tekeziyê li ser pêwîstiya gihandina alîkariyên mirovahî bo malbatên hewcedar di riya dirêjkirina dema derbaskirina alîkariyên mirovahî di xalên sînorî re dike, bêyî ku guh bidin hêrskirina Rûsiya, yaku bi awayekî berdewam gefên bikaranîna VETO di Encumena Ewlekariyê de dixwe, û Hevbendî cextê dike ku pir pêwîst e alîkariyên miriovahî di riya rijêma Esed re neyên şandin, ji ber ku wan alîkariyan bo pşitgiriya milîsên ku sûriyan dikujin bikar tîne, û dema alîkarî di riya wê re tên, di warê siyasî û mirovahî de sûdê jê werdigire.
Xelkê me yên li deverên di bin kontirola rijêmê de dijîn hewcedarî alêkariyên mirovahî ne, lê gendeliya rijêmê û saziyên wê nahêlin ku alîkarî bighêjin kesên birastî hewcedar in, lewra Hevbendî cextiyê li ser pêwîstiya ku alîkarî di riya sazî û aliyên navdewletî yên bi rijême ve ne girêdayî re bighînin welatiyan, daku sûdewergirtina xelkê me li wan deveran ji alîkariyan dabîn bibe, bêyî ku werin dizîn an rijêm û milîsên bi ser ve ji xwe re bikar bînin, û bêyî ku di riya saziyên gendel re derbas bibin, an têkevin xizmeta leşkergeh û milîsên rijêmê de.
Tevî giringiya alîkariyên mirovahî, lê tiştê herî girîng ew e sedema vê tirajîdiyê ji holê rabe, yaku rewşeke mirovahî ya xirab bo tevaya gelê Sûriyê afrandiye, ew sedem jî rijêma tawanbar e.
Rijêma Esed û Rûsiya û Îran bi awayekî temamî di ber vê kêşeya mirovahî ya bêhempa de berpisyar in, bi sedema siyasetên wan ên tawankarî yên rêbazkirî yên ku bi dirêjiya salên bûrî dijî gelê Sûriyê pêk anîne.
Û Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku ev alîkarî ne armanca sûriyan in, lê ew tenê rêyeke ji bo zindî bimînin, û dijî rewşa dijwar yaku têde dijîn li ber xwe bidin, ji ber ku aermanca sûriyan ew e ku ji rijêma Esed û desthilatdariya wê rizgar bibin, û Sûriyê jinûde ava bikin, daku karibin vegerin bajarên xwe, û Sûriya nû yaku azadiya mirov û rûmeta wî diparêze ava bikin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
08 gulan 2022