Sekretêrê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdilmejîd Berekat, tekez kir ku rijêma Esed di ber sernekeftina gerên Komîteya Destûrî de li Cinêvê berpisyar e.
Û Berekat ji malpera Firêş re got ku rijêm di her gerekê ji gerên Komîteya Destûrî de bi mebest gengeşeyên neberbihev vedike, daku karên Komîteya Destûrî bêwate bike, û ew wê stratîcîyê ne tenê ji bo jikarxistina Komîteya Destûrî bi kar tîne, lê belê ew dixwaze tevaya aliyan ji pirosesa siyasî bêhêvî bike.
Û got ku rijêma Esed hêviya xwe bi guhartina helwestên herêmî an yên navdewletî derbarê doseya Sûrî bi temamî girêdide.
Û Berekat pêkanîna çi serkeftinê an çi pêşketinê di xiştekara karên Komîteya Destûrî de bi berdewamiya astengiyên rijêmê dûr dît, û got ku jikarêxistin ji hêla rijêma Esed ve bi mebest çêbibe, yê ku gengeşeyan derdixe holê daku danûstandinê ji naveroka wê ya rasteqîn vala bike.
Û diyar kir ku serkeftina riya karên Komîteyê bi hebûna xiştekareke demî ya diyar ve girêdayî ye, xiştekareke ku tevaya aliyan li ser li hev kiribe, û dûrketina ji çi babetên ne li gor dema civatan bin, û bal kişand ser ku dibe dabînkirina wan mercan hin astengiyan bişkîne û pêşketinekê di riya pirosesa siyasî de çêbike, û eger weha nebe dê civîn tenê ji bo wendakirina demê bin.
Û Berekat bal kişand ser ku pêşeroja civatên Komîteya Destûrî û pirosesa siyasî bi hebûna vîna navdewletî ya rasteqîn a bi armanca pêkanîna çareya siyasî li gorî biryarên Netewên Yekbûyî yên taybet bi Sûriyê, û berdewamiya fişarên navdewletî li ser rijêma Esed ve girêdayî ye, daku bi awayekî cidî tevlî rêya pirosesa siyasî bibe.
Û tekez kir ku bêyî wê yekê, tê wateya ku civatên ku her demekê li dar dikevin bi armanca mana riya danûstandinê ye, ne dîtina çareya siyasî ya rasteqîn ji doseya Sûriyê re ye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî