Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, daxwaz ji Hikûmeta Hindî kir ku ji gotinên xwe vegere û lêborînê derbarê daxwiyaniyên ku sivkatî bi hezretê Pêximberê rûmetdar Muhemed kirine bixwaze.
Û Elmislit retkirina xwe derbarê daxwiyaniyên berpisyarekî partiya desthilatdar li Hindê yên ku sivkatî bi piledariya Pêximber kirine anîn ziman.
Û Elmislit di tiwîtekê de li ser rûpela xwe ya tiwîtrê got ku daxwiyaniyên neberpirsyane yên dijî hezretî Pêximber Muhemed yên ku ji hêla berpisyarekî hindî ve hatine gotin, dijî 2 milyar muslumanên cîhanê ne.
Û Serokê Hevbendiyê got ku ew daxwiyaniyên neberpirsyane kînê diçînin û sivkatiyê bi baweriyên muslumanan dikin, û dijminahiyê di nav gelan de kûr dikin.
Ji aliyê xwe ve Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehmê hişyarî da ku berdewamiya di van dijatiyan de fitneyeke olî gur dike, û 2 milyar kesên musluman li cîhanê hêrs dike, û cext kir ku dibe encamin bobelatî jê derkevin.
Û Rehmê daxwaza rêzgirtina li olan ji herkesî kir, û dît ku Tiştê ku berpisyarekî Hindê gotiye dijî hestê tevaya muslumanan e, û diyar dibe ku ew bi qenciya pêxemberê me hezretî Muhemed li ser tevaya cîhanê nizane.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî