Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehmê, ji Karsparteya Bilind ya Karûbarê Penaberan xwest ku doseya penaberên Sûrî li Birêtaniya bişopîne, û li gorî yasaya navdewletî bi awayekî dadmendane serederiyê bi wan re bikin, û ji Birêtaniya xwest ku lêvegerê bike derbarê biryarên koçberkirina sûriyên ku mafê penaberiyê xwestine.
Û Emîndarê Giştî yê Hevbendiyê got ku biryara koçberkirinê ya Birêtaniya dermafê hejmarek ji penaberên Sûrî bo rawenda standiye, piştî hemî dijwariyên ku dîtine bo dabînkirina parastinê ji xwe û malbatên xwe re, ne dadmendî ye, û ne jî rewşa wan ya mirovahî di ber çavan re hatiye birin.
Û Rehmê tekez kir ku penaberên Sûrî yên li curbecur dewletên cîhanê belav bûne, ji neçarî ji Sûriyê derketibûn, daku cihekî ewle û parastî bibhînin, piştî ku rijêma Esed û hevalbendên wê Sûriya rûxandin û bajarên wê bombebaran kirin, û bi hemû amûrên berdest gelê Sûriyê kuştin, ji bo ku banga azadiyê ya ku gelê Sûriyê di sala 2011 de bilind hildaye bêdeng bikin, ji ber wê yekê derketina wan ne bijaredeyek bû lê ew ji neçarî derketin.
Û Emîndarê Giştî ji dewletên Ewropî xwest ku cudatiyê li gorî nasnameyên cuyografî nexin navbera penaberan de, û bi tevaya penaberan re li gorî pîvanên mirovahî bidin û bistînin, û diyar kir ku ne cihê pejrandinê ye û penaberên Okranî pêşwazî bikin û penaberên Sûrî bên qewitandin.
Ev helwest hat piştî ku Birêtaniya 31 kes, di nav de 15 penaberên Sûrî, agahdar kirine ku heye ew di nav penaberên yekemîn balafira ku dê roja sêşema dahatî wan bişînin Rawenda de bin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî