Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, raporta karê xwe li pêşiya Desteya Giştî di civînên wê yên xola 63yemîn de pêşkêş kir, û li ser xebatên ofîsa karûbarê derve axivî, û hevdîtin û çalakî û karên ku di herdû heyvên bûrî de pê rabûye berçav kirin.
Û Istêfo çalakî û karên ku ji aliyê Ofîsê ve hatine bicihanîn raxistin, û li ser amadekariyên ku di asta siyasî de dike û şopandina hemû bûyerên navxweyî, herêmî û navdewletî û naskirina astengiyan û destnîşankirina amûran û pêşkêşkirina pêşniyar û temîniyan axivî.
Û Istêfo şiroveyek derbarê beşdariya Hevbendiya Niştimanî di mijara hêsankirina çareserkirina pirsgirêka darayî ya ji bo hînkirina penaberên kurd yên Sûrî li Herêma Kurdistana Iraqê pêşkêş kir, û behsa hevrêziya Ofîsê li gel Desteya Werziş û Ciwanan di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de kir, daku rê li ber yekîtiyên werzişî yên rejîma Esed bigrin ji bo ku beşdariyê di qehremanî û çalakiyên navdewletî de nekin.
Û Endamê Hevbendiya Niştimanî endamê Ofîsa Têkliyên derve Selîm Elxetîb, raporek li ser karê ofîsê di sala bûrî de pêşkêş kir, û li ser karê Ofîsê di warê dîplomatîk û peywendiya li gel şandeyên navdewletî bo dosya Sûriyê û lidarxistina hevdîtinan di navbera wan û Hevbendiya Niştimanî de axivî, her weha şopandina encamên kongirê Bruksilê û pêkanîna peywendiyan li gel berpirsên Ereb û yên Yekîtiya Ewropa û Amerîka.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî