Daxwiyaniyeke rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, tekez dike ku berdewamiya bikaranîna çekên kîmawî yên qedexekirî ji deh salan de dijî gelê Sûriyê ji aliyê rijêma Esed ve, şêwaza tawankarî ya çeteyên desthilatdar diyar dike, û dide xwiyakirin ku ew tenê xwe dispêrin tundiyê û rêbaza leşkerî.
Û li gorî Berevaniya Sivîl a Sûrî, hêzên rijêmê îro bajarokê Bsanqul li gundewarê Idlibê bi mûşekên bi bombeyên goşeyî barkirî bombebaran kir, û ev yek dihêle jîyana sivîlan li wê deverê têkeve bin metirsiyeke berdewam de, ji ber teqîna van bombeyên ku kes nizane dê kengî biteqin, û bikaranîna van bombeyan jiyanê li deverê pûç dike, û mirovan neçarî derbideriyê dike, û rewşa mirovî xerabtir dike.
Ev armanckirin hevdem e li gel nêzîkbûna nehemîn salvegera bikaranîna rêjîma Esed ji çekên kîmawî re (gaza sarîn) dijî xelkê Gotaya Şamê, û ev yek diçesipîne ku rijêma Esed xwediyê rêbazeke hovane ya nayê guhertin e, di danûstandina xwe de li gel sûriyan bêyî ku guh bide biryarên navdewletî yên pêve girêdayî bi dirêjiya salên derbasbûyî.
Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku nebûna lêpirsînê û bêhelwestiya navdewletî li hember tawanên cengê yên ku rêjîm pêk tîne, wêrekî da rijêmê ku di dubarekirina wan tawanan de vehêsayî be, û ji hêzên navdewletî yên xwedî bandor daxwaza liveke cidî bo danîna bingeha lêpirsîna sembolên rijêmê û di pêşî de Serokê rijêmê dike, û ji Netewên Yekbûyî daxwaza hilgirtina berpisyariyê derbarê biryarên bi doseya Sûriyê ve girêdayî dike, nemaze biryara Encûmena Ewlekariyê 2254 di riya vekirina hemû riyên wê re, bo gihîştina veguheztineke siyasî ya berfereh yaku daxwazên gelê Sûriyê pêk tîne.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
16 tebax 2022