Girûpa Kar ji bo Filestîniyên Sûriyê, diyar kir ku amûrên ewlekariyê yên rijêma Esed girtina penaberekî filestînî yê bi navê Mahir Ebdilfetah Cebir û herçar zarokên wî ji berî bêhtir ji heşt salan de berdewam dike.
Û Girûpa Kar di malpera xwe ya fermî de doh anî ziman ku girûpên ewlekariyê û komikên bi ser rijêma Esed ve ew malbat li ser rêbenda Elî Elwehiş ya li başûrê Şama paytext di 5/1/2014an de girt.
Û Giropa Kar got ku malbata hatiye girtin ji bavê zarokan Mahir û zarokên wî Meymûnet-Elşam ya di 2013an de hatiye dinyayê, Meryem ya di 2011an de hatiyey dinyayê, Fatme ya di 2007an de hatiye dinyayê û Mihemed Enwer yê ku di sala 2005an de hatitiye dinyayê û diya zarokan navê wê Merwa ye pêk tê.
Û Girûpa Kar bal kişand ser ku malbatê wê demê hewl dabû ku ji dorpêçkirina ku li ser devera başûrê Şamê hatibû sepandin derkeve, û ji wê demê de çarenûsa wan û cihê girtina wan nediyar e, û ew ji xelkên Kampa Yermûk ya penaberên Filestînî li Şamê ne.
Û Tîma Şopandin û Belgekirinê di Girûpa Kar ji bo Filestîniyên Sûriyê de, agahiyên 1797 girtîyên Filestînî yên di zindanên rijêma Esed de belge kirine, jin, zarok û malbat jî di nav wan de hene.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî