Daxwiyaniyeke rojnamevanî
Di rojeke mîna îro de rijêma Esed komelkujiya Dareya ya mezin dermafê sivîlên Dareya li gundewarê Şamê pêk anî, û şeş rojan li pey hev dirêj kir, ji 20 tebaxê 2012 de, ew komelkujiyeke metirsîdar bû têde rijêma Esed nêzî 700 sivîl kuşt, û aliyên mafnasî bi navan 524 pakrewan belge kirin, û têde bêhtir ji 1500 kesî hatin girtin û birîndar bûn.
Komelkujiya Dareya ya mezin yek ji pîstirîn tawanên ku rijêma Esed dermafê sivîlên Sûrî bi sedema daxwaza azadiyê pêk anî, di wê demê de rijêmê bajar dorpêç kir û taxên nişteciyan û nexweşxaneyên meydanî armanc kirin, û di pey re êrîşî bajêr kir û bidarvekirinên meydanî dermafê malbatan bi temamî bêyî cudakirina di navbera zarok û kal û jinan de pêk anîn, ji bilî kuştina malbatên ku ketibûn mizgefta Ebo Silêman Eldaranî û di pey re termê welatiyan şewitandin ji bo ku nasnameya wan winda bike, ew komelkujî yek ji mezintirîn tawanên cengê yên metirsîdar bû, ya ku rijêma Esed dermafê sivîlan pêk aniye.
Hevbendiya Niştimanî nerazîbûna xwe derbarê danûstandina navdewletî li gel rijêma Esed tîne ziman, ji ber ku ev rijêma tawankar ne tenê rijêmeke diktator e, lêbelê ew rijêma qirkirinê ye û xwe sparte ser şêweyê qirkirin û kuştin û girtin û îşkenca rêbazkirî weke rêbazekê bi gelê Sûriyê re da û stand, ji ber ku vê gelî serî hilda dijî desthilatdariya wî û azadiya xwe xwest, dengê kêr û gule û topxaneyên tawankaran ji dengê dadweriya navdewletî bilindtir bû, û ta vê katê hiştin ku gelê Sûriyê derdeseriya tawanên rijêma Esed bikşîne.
Hevbendiya Niştimanî ev komelkujiyên belgekirî datîne ber destê tevaya cîhanê daku bizanibin ku gelê Sûriyê bi ti awayî dest ji şoreş û daxwazên xwe yên mafdar bernade, nemaze di sizakirina tawanbar û kujeran de û ruxandina rijêma Esed û sembolên wê de, û pêkanîna veguhastina siyasî li gorî biryara Encumena Ewlekariyê 2254.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
25 tebax 2022