Şandek ji Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, bi gereke meydanî li bajarê Efrînê yê gundewarê Helebê yê bakur rabû, û serdana Encûmena Xwecihî kir, û li gel endamên encûmen û nûnerên wê yê di Hevbendiya Niştimanî de Mihemed Reşîd re civiya, û karê nivîsgehan û pêşketina ku di wan ofîsan de çêdibe temaşe kir, ev yek jî di çarçoveya rêzecivînên ku Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit roja duşema bûrî dest pê kiribû tê.
Û Şandeyê Hevbendiya Niştimanî ji endamên Desteya Siyasî Ebdilbasit Ebdilletîf, Behcet Eletasî, Mihemed Qedah û Hevrêzkarê Ofîsa Hevbendiya Niştimanî li deverên rizgarkirî Necîb Rehmûn û endamên Desteya Giştî Atif Zirêq Û Mihemed Mixlif pêk hat.
Û Şandeyê serdana Tevgera Rizgarî û Avakirinê û Kombeda Serbixweyên Kurd û Encumena Şoreşger a Horanê û rûsipî û xelkê Deraayê yên ku koçberî Bakurê Sûriyê bûne kir.
Û di hevdîtinên xwe de Şandeyê Hevbendiyê giringî da dabînkirina ewlehî û aramiyê li deverê û vegera hemû xelkê wê bo malên xwe misoger bibe, herwiha giringiya bilindkirina asta xizmetguzariyan û başkirina rewşa jiyanê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî