Li ser vexwendina Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmslit civînek şêwirdarî li gel cenabê Wezîr li baregeha Wezareta Derve ya Tirkiyê li Enqeraya Paytext li dar xist, û pêre pêşhatên rewşa meydanî û pêşketinên pirosesa siyasî li gorî çarçoveya biryara navdewletî 2254 gotûbêj kir.
Û di civînê de Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî Bedir Camûs û Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdilrihman Mustefa beşdarî kirin, û Elmislit tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî miqateya ku derdeseriyên gelê Sûriyê di riya çareseriyeke siyasî ya rasteqîn re li gorî daxwiyaniya Cinêvê û biryarên navdewletî yên girêdayî pirsa Sûriyê û di serî de biryarên 2118 û 2254 bidawî bibe.
Û Elmislit bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî û Rikberiya Sûriyê gelek hewl dan û bi awayekî erênî bi hemû destpêşxeriyên navdewletî re da û stand ji bo gihiştina çareseriyeke siyasî ya gelê Sûriyê rizgar bike, lê ew rastî serhişkî û redkirina rijîmê û rijdiya wê li ser rêbaza leşkerî ya xwîndar hatin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku komelkujiya vê dawiyê li bajarê Babê yaku ji aliyê rêjîma tawankar û milîsên PYDe yên tirorist ve pêk hatiye, cewherê vê rêjîmê û rastiya wê û girêdanên wê yên terorîstî eşkere dike, û ew ne di asta ku were rewakirin an nûjenkirin de ye tevî hewldanên bêwestan yên sponsorên wê di vî warî de.
Û Elmislit li ser gera xwe yaku li deverên rizgarkirî pê rabûye, û hevdîtinên bi rûsipiyên deveran û xelkê wê û nûnerên sendîke û komele û kombendan re lidarxistine axivî, û tiştê ku sûrî li ser axivîn û namayên wan bo dewleta Tirkiyê gihandin wezîrê derve yê Tirkiyê.
Û Elmislit cextî li ser kûrbûna peywendiyên li gel Tirkiyê kir, û rêzgirtinek mezin bo rola wê ya giring di berevaniya doza Sûriyê de anî ziman, çi bi rêya pêşkêşkirina piştevaniyê bo Sûriyan li ser erdê be û çi di civînên navdewletî de be.
Ji aliyê xwe ve Wezîrê Derve yê Tirkiyê tekezî li ser piştevaniya welatê xwe bo doza Sûriyê û gihiştina çareseriyeke siyasî li ser bingeha biryara 2254 û biryarên navdewletî yên pêwendîdar kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî