Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit serdana dergehê sînorî yê Elraî li gundewarê Helebê yê bakur kir, û bi rêveberê dergehê re civiya, û beşên dergehê û pêşketina kar têde temaşe kir.
Û endamên Hevbendiya Niştimanî Heysem Elşihabî û hevrêzkara Nivîsgeha Hevbendiya Niştimanî li deverên rizgarkirî Necîb Rehmûn hevaltiya Serokê Hevbendiya Niştimanî kirin.
Û Elmislit guhdariya berpirsên dergehê derbarê pêdiviyên wan û astengiyên li pêşiya kar û pêşketina dergehê kir, û tekezî li ser giringiya berdewamiya avakirina dezgehên rasteqîn wek berdêl ji saziyên rijêma Esed yên gendel re kir.
Û Elmislit behsa kêşeyên siyasî yên dahatî kir, û tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî pabendiyê bi pirensîpên şoreşa Sûrî û daxwazên gelê Sûriyê bo pêkanîna azadî, rûmet û demokrasiyê dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî