Daxwiyaniyeke rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî balê dikşîne ser ku berdewamiya Hikûmeta Libnanê li ser plana biderxistina penaberên Sûrî bi darê zorê ji Libnanê bo deverên di bin kontirola rijêma Esed de li Sûriyê wek rêxweşkirinê ye ji tawaneke mezin re, ya ku dê were serê derbideran ji ber siyaseta rijêma Esed ya naskirî di girtin, kuştin û îşkencekirina her kesê ku dijberiya wê kiriye an ji deverên di bin kontirola wê de derketine.
Hevbendî ji Netewên Yekgirtî û Komsyona Bilind ay Penaberan û Komkara Erebî daxwaza tevgereke bi lez dike bo nehiştina Tawana ku nêzîke ku bi ser hejmareke mezin ji Sûriyan were, eger Hikûmeta Libnanî dest bi cîbicîkirina plana xwe bike, û Hevbendî ji Hikûmeta Libnanê xwest ku rêzê li yasayên navdewletî derbarê parastina penaberên Sûrî û dana mafên wan bigire, û wê berpirs dibîne ji çi ziyana ku bigihê wan.
Tevahiya cîhanê bi wêneyên Qeyser û dîmenên taxa Eltedamun û yên din bi hezaran belge dîtine ku rijêma Esed çawa bi Sûriyan re dide û distîne, lewra kesên derbider tenê dê wê çarenûsê bibînin, ji ber ku rijêma Esed li gel penaberiyê weke tuhmetbariya ku pêwîstî girtinê ye dide û distînê, weku bi serê bihezarên Sûrî hatiye
gotina ku deverên di bin kontirola rijêma Esed de herêmên ewle ne derew e, û dûrî ketwar e, ji ber ku ew dever bi hebûna rijêma Esed û milîsên wê nê gengaz e ku ewle bin, û tiştê ku vê gotinê red dike berdewamiya hebûna bi milyonan derbiderên Sûrî di kampên penaberan de û venegerandina wan bo malên xwe ye – tevî giranbûna derdeseriyên mirovî – ew jî ji tirsa tawankariya rêjîma Esed re, û li gor baweriya wan penaberan ku ev rijêm ne rewa ye û nûneratiya Sûriyê û gelê wê nake, û penaberên Sûrî nikarin vegerin bêyî sizakirina rijêma Esed û pêkanîna veguheztina siyasî li gorî biryara 2254 ya Encûmena Ewlekariyê.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
3 Rezber 2022