Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, serdana baregeha Tevgera Rizgarî û Avakirinê li navçeya Cindirêsê ya herêma Efrînê kir, û li gel Serokê Tevgerê General Husên Hemedî û kadroyên Serkirdayetiya Tevgerê civiya, û bi wan re rewşa meydanî û pêşhatên proseya siyasî gotûbêj kirin.
Û endamên Hevbendiyê: Mihemed Yasîn, Mihemed Şêx Reşîd, Atif Zirêq, Heysem Şihabî û Mihemed Selim Elmixli hevaltiya Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî kirin.
Û General Husên Hemedî tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî dezgeheke giring e û divê were parastin, û amaje bi wê yekê kir ku rexnekirin û serastkirina şaştiyan nayên wateya hilweşandinê, û got ku daxwazên xizmetguzariyê mafê xelkê ne, lê yên ku bi navê rexnê li dijî saziyan xelkê gur dikin hene, û cextî li ser girîngiya rêveberina kar bi rengekî cidî li gel hemû saziyan kir.
Û Herdu aliyan cextî li ser pirkrina serdan û civînên rolane ji bo gotûbêjkirina kêşeyên hevbeş û gengeşekirina rewşa siyasî, leşkerî û sivîl kirin, her weha pêwîstiya destpêkirina pêngavên cidî bi riya veguhestina siyasî re li gorî biryarên navdewletî û di serî de biryara 2254an.
Û Derbarê daxwiyaniyên Wezîrê Derve yê Tirkiyê, Serokê Hevbendiya Niştimanî got ku di şîrovekirina daxwiyaniyên Wezîrê Derve yê Tirkiyê de lêzêdekirin heye, çimkê di hevdîtina li gel wî de helwesta pirensîpî ya welatê xwe di piştgiriya daxwazên gelê Sûriyê de tekez kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî