Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit tekezî li ser rola Almaniya ya giring di piştgiriya veguhestina siyasî de li Sûriyê û pabendbûna wê bi berdewamiya piştgiriya doza gelê Sûriyê a dadmend û pêşwazîkirina wê bi dehhezaran penaber kir.
Û Elmislit nameyek ji Nûnerê nû yê Almanya bo Sûriyê Stefan Schnick re şand, û têde pîrozbahî li ser wergirtina postê nû lê kir, her weha girîngiya pêngavên rasteqîn ji bo veguhertineke siyasî a berfireh ya ku daxwazên gelê Sûriyê pêk bîne, li gorî daxwiyaniya Cinêvê (2012) û biryarên têkildar yên Netewên Yekbûyî û nemaze biryarên Encumena Ewlekariyê 2254 (2015) û 2118 (2013) û biryara Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî 67/262 (2013).
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî anî ziman ku Hevbendiya Niştimanî çavlirê ye ku peywendiyên hevbeş li gel Komara Federal a Almaniya xurt bibin, û hevdîtinên rolane bi aliyên Almanî re li dar kevin, ji bo ku behsa dawîtirîn pêşhatên girêdayî doza Sûriyê û pêşxistina peywendiyên dualî bikin, her weha gotûbêjkirina asoyên hevkariyê di pêşerojê de.
Û Elmislit spasî û rêzdariya xwe bo gel û serkirdayetiya Elmaniya Federal anî ziman, li ser helwestên bi rûmet yên ku heya niha di piştgiriya gelê Sûrî û şoreşa Sûriyê de li hember tawanên rijêma Esed û hevalbend û milîsên wê standine.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî