Desteya giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê, îro roja şemiyê li bajarê Stembolê, dest bi civînên xwe yên xula 37’an kir.
Du rojan wê civîn berdewam bin , û têde wê dawîtirîn pêşhatên meydanî ji aliyê endamên desteya siyasî ve bêne gengeşekirin, û di serî de komkujiyên hovane yên têne pêkanîn li dijî sivîlên Idlib û Xûta rojhilata Şamê, û herwiha tevî gengeşekirina dawîtirîn guhertinên siyasî û piroseya siyasî ya li Cenêv û geşta nû ya danustandinan ya çaverêkirî.
Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî Ebdulrehman Mistefa tekez kir ku ev komkujiyên têne pêkanîn, dikevin çarçova stratîjiya leşkerî ya Rijêmê û hevalbendên wê de, ya ji bo sepandina çareseriyeke berovajî biryarên navdewletî yên taybet bi mesela Sûriyê.
Mistefa bal kişand ku tê xwestin ji civaka navdewletî bi giştî û Amerîka bi taybetî , ku bi erkê xwe yê ji bo parastina sivîlan û rawestandina komkujiyên rojane yên li dijî wan dibin rabin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî