Desteya giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, duhî li danê êvarê civînên xwe yên xula 37’an bi dawî anîn, û têde bi tundî komkujiyên hovane li dijî sivîlên Sûriyê yên li ser destê rijêma Esed û hevalbendên wê pêk hatine şermezar kirin.
Endamên desteya siyasî tekezî li ser giringiya destêwerdana navdewletî kirin ji bo rawestandina êrîşên hovane li dijî sivîlên Idlib û Hema û Xûta Şamê ya rojhilat bi taybetî, û têde hevdeng bûn li ser berdewamiya têkiliyan ligel dewletên pêwendîdar, ji bo cîbicîkirina agirbestê, ji ber ku agirbest yekem xal e ji bo destpêkirina her çareseriyeke siyasî.
Endamên desteyê cext li ser berdewamiya danustandinên Cenêvê kirin, ji ber ku ew pêvajoyek sirûştî ye û bi serpirştiya NY ye, herwiha cext li ser berdewamiya bizavan ligel NY û aliyên din û bi taybetî ligel Amerîka kirin ji bo bi rola xwe ya pêwîst rabin bi xistina fişaran li ser Rijêmê û sepandina pêgiriyên cîbicîkirina biryarên navdewletî yên taybet bi rewşa Sûriyê, û ji dil dest bi damezrandina desteya hikumranî û qonaxa veguhêz û dezgehên pêwîst bi vê yekê bibe.
Piştî gengeşeyên dirêj, desteya giştî tekezî li ser piştgiriya hikûmeta demkî kir, ji ber ku hikûmeta demkî beşek ji Hevbendiyê ye û rasterast li ser qada welat baskê wê yê cîbicîkirinê ye, û ewê bizavan ligel dost û aliyên piştgir bikin ji bo dabînkirina alîkariyan jêre.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî