Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehmê tekez kir ku gefên mezhebî yên ku di van demên dawî de li ser mediya civakî dermafê xelkê Siwêyda hatine weşandin, rastiya vê rijîmê ya ku li ser bingeha mezhebperestî, kuştin û qirkirinê ava bûya diyar dike.
Û Rehmê bal kişand ser ku gefên tepeserkirinê yên li ser gelê Siweyda bîranînên hovîtiya rijêma Esed û milîsên wê vedigerîne, û çawaniya danûstandina wê bi gelê Sûriyê yê ku berî yanzdeh salan bi awayekî aştiyane xwepêşandan li dar xistine re.
Û Rahmê got ku em piştgiriya xwepêşandanên gelê xwe yê li Siwêyda dikin, û em kiryarên tawankar yên rijêma Esed li dijî sivîlên bêçek şermezar dikin.
Û Rehmê tekezî li ser yekrêziya gelê Sûriyê bi hemû cihêrengên wê yên olî û nijadî li dijî stemkariya rijêmê û tawankariya wê û tawankariya sponserên wê û milîsên mezhebî yên anîne daku wêranî, kuştin û nefretiyê li tevahiya Sûriyê belav dikin, kir.
Û got ku hovîtî taybetmendiyeke berçav ya rijêma Esed e, û ew dev ji wê bernade ji ber bêdengiya navdewletî li hember tawanan û kartêkernekirina dosyayên dadpirsîn û dadgehkirinê.
Û Rehmê ji civaka navdewletî daxwa paşguhnekirina xwestekên sivîlan kir, û ku wan di bin qamçiyên rijêma Esed de nehêle, rijêma ku dest ji komkujiyên dermafê sivîlan bernedaye.
Û Rehmê bal kişand ser wê yekê ku xwepêşandanên Siwêyda redkirina hemû gelê Sûriyê ji vê rijêmê re tekez dike, rijêma ku Sûriyê wêran kiriye, û her proseyeke siyasî dighêje daxwazên Sûriyan asteng kiriye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî