Metingên Nerazîbûnê yên gelêrî li gundewarê parêzgeha Siweydayê bo şermezarkirina xirabûna rewşa jiyanê û têkçûna dewletê di dabînkirina xizmetguzariyan de nû bûn, û niştecihên bajarokê Milh li gundewarê Siwêdayê yê rojhilat duh yekşemê metingeke nerazîbûnê Ii dar xistin.
Û metingeran pankartên ku xerabûna xizmetguzariyên sereke û bazdana dewletê ji erkên xwe şermezar dikin hilgirtin, û di hinan ji wan pankartan de ev nivîs hatibû nivîsîn: “Na ji serçimandinê re”, “Gelê Siweydayê ! Em lêborîna xwe ji we dixwazin, bi sedema nebûna alavên çûnûhatinê em tevlî we nebûn”, “Kanî elektrîk? Kanî av? Kanî sotemeniya germkirinê ?, ji bo çandina zeviyan em hewcedarî mazotê ne”.
Û metingerên ku di dema rawestana bidehên welatiyan li meydana Elseyr li orta bajêr de kom bûn, durişmên xwe bilind hildan û gotin: “Samanên me yên binerd û benderên me di destê Rusya û Îranê de ne.. ma Kî yê wan ji me re vegerîne? Û metingeran daxwaza girevê li tevaya gelê Sûriyê kir da tevlî xwepêşandanê nerazîbûnê bibin.
Ji aliyê xwe ve Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî piştgiriya xwe bo serhildana gelêrî ya berdewam li parêzgeha Siweyda ya li dijî rijêma Esed û siyasetên wê yên ku bûne sedema têkçûna rewşa jiyanê li parêzgehê û hemû deverên Sûriyê anî ziman, ew rijêma ku çavkaniyên welêt radestî dagîrkerên ku ji bo kuştin û tepeserkirina gelê Sûriyê anîne kirine.
Û Hevbendiya Niştimanî ji civaka navdewletî xwest ku xwepêşandanên gelêrî li Siweydayê paşguh neke, û berepêkan û sistbûna derbarê dosya Sûriyê rawestîne, û bizavê bi awayekî vebir û cidî bo pêkanîna veguhastina siyasî li gorî biryarên navdewletî bike, û tirajîdiya gelê Sûriyê rawestîne, û hêviyên wî bo avakirina dewleta azadî û rûmetê dûrî rijêma Esed û sembolên wê pêk bîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî