Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit li Berlîna Paytexta Almaniya li gel balyozê Tirkiyê Ehmed Beşar Şîn civiya, û pêre behsa giringiya pêşvebirina proseya siyasî bo pêkanîna veguhaztina siyasî yaku daxwazên gelê Sûriyê di azadî, rûmet û demokrasiyê de pêk tîne gotûbêj kir.
Û Cîgirê Serok Ebdulehed Istifo û Nûnerê Hevbendiyê li Almanya Fadil Efa Elrifaî hevaltiya Serokê Hevbendiya Niştimanî kirin, û Elmislit di civînê de tekezî li ser pêwîstiya pêşdebirina piroseya siyasî li gorî biryarên navdewletî yên taybet bi karûbarê Sûriyê û di serî de biryarên 2118 û 2254 kir.
Û Elmislit cext kir ku dadpirsîna tawankaran û sizakirina wan beşekî bingehîn ê çareseriyê ye li Sûriyê, her weha giringiya serbestberdana girtiyan û eşkerekirina çarenivîsa windayên di zindanên Esed de.
Û Amadebûyan pêşhateyên rewşa deverên rizgarkirî û pêwîstiya çakkirina xizmetguzarî û rewşa jiyanê tê de di rêya piştgiriya Hikûmeta Sûrî ya Demkî re weke saziya cîbicîkar ya Hevbendiya Niştimanî gotûbêj kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî