Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, daxwaza bizaveke bilez ji konseya ewlekariya navdewletî kir ji bo rawestandina “tawanên şer û qirkirinê yên rijêma Esed û Rûsiya li dijî gelê Sûriyê pêktînin”.
Hevbendiya Niştimanî, îro daxuyaniyek belav kir û têda giringiya standina biryareke rasterast ji bo pirotestokirina tawanên Rûsiya yên li dijî gelê Sûriyê û tevlî piştgiriya wê ya bo rijêma Esed ya bi pêkanîna tawanên şer û dijemirov radibe û misogerkirina dadgehkirina tawanbarên Rûsî û tawanbarên Rijêmê û milîsên wê û her aliyekî tawanbar piştrast kir.
Çalakvanên Idlibê duhî roja yekşemê dupat kirin ku zêdetir ji 50 êrîşên esmanî bi mûşek û bermîlên teqîner yên gazên jehrdar û bombeyên Kilusterê yên qedexekirî ji aliyê firokên şer yên Rûsiya û hilîkopterên Rijêmê li ser bajar û bajarokên gundewarê Idlibê hatin pêkanîn.
Çalavkanan gotin ku 12 rewşên xenqandinê li Seraqib peyda bûn, bi sedema avêtina bermîlên teqîner yên gaza kilorê ji aliyê hilîkopterên rijêmê, û diyar kirin ku sê birîndar ji bergiya sivîl di nav birîndaran de hene, û ew birîndar bûn li dema bi erkê xwe yê ji bo rihakirina sivîlan radibûn.
Û bi sedema êrîşên firokên şer yên Rûsiya, şeş sivîl li bajarê ” kefnibil” û sê li bajarokê “Mi’seran” hatin kuştin, û herwiha li bajarê Mi’ret elin’man li gundewarê Idlibê, du sivîl hatin kuştin û nrxweşxaneyek hate wêrankirin bi sedema bombebarankirina çar aliyên bajêr bi bombeyên Kiluster yên qedexekirî.
Hevbendiya Niştimanî bi tundî êrîşa hovane ya “dagîrkariya Rûsiya û rijêma Esed” şermezar kir, û tekez kir ku civaka navdewletî li ser hemû astan daxwaz kiriye ji bo parastina tevaya sivîlên Sûriyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî