Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez dike ku serdana Serokê Hevbendiyê bo bajarê Ezazê bi armanca beşdarbûn û piştgiriya xwepêşandanên gelêrî ye, yên ku tekeziyê li ser pabendbûna bi piransîpên şoreşa Sûriyê ta rûxandina rijêma Esed dikin.
Hevbendiya Niştimanî miqateye ku li kêleka gelê azad be, yê ku qurbaniyên mezin dane – û hê jî dide – ji bo gihîştina armancên şoreşa Sûriyê ya mezin.
Em piştgiriya xwe ji xwepêşandanên gelê xwe re nû dikin, û em tekez dikin ku pêwîstiya şoreşa Sûriyê bi xebat û hêzên şoreşger li ser hemû astên (gelî, leşkerî, siyasî û rojnamevanî) heye, da armancên şoreşê û rûxandina rijêma Esed û hevalbendên wê pêk bîne.
Dilovanî ji pakrewanan re,
Saxlemî ji birîndaran re,
Azadî ji girtiyan re,
bijî Sûriya û bijî gelê wê yê azad û xweşewîst
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
14 çilê paşîn 2023