Xelkê parêzgeha Siwêdayê, îro duşemê, li meydana Elseyr li navenda bajêr, metingeke nerazîbûnê li dar xistin û têde daxwazên guhertina siyasî li welat dubare kirin, û têkçûna rewşa jiyanê şermezar kirin.
Û metingeran rijêma Esed di ber anîna tevaya hêzên dagirker bo Sûriyê wek Rusya, Emrîka, Îran û milîsên Hizbullah de berpisyar dît, û tekezî li ser yekrêziya xaka Sûriyê kirin.
Û metingeran pankartên bi nivîsên wek: “Ji Siwêdayê silav li hemû azadîxwazên li tevaya bajarên Deraa”, “Rijêma Captagon bazirganiyê bi şîrê zarokan dike”, “Dibistan derveyî xizmetguzariyê ne û kolan li benda zarokên me ne”, “Serweriya dewleta parsek tune ye”, “Kursiyên têfal dawiya kesên serçemandî ne”, bilind kirin.
Hêjayî gotinê ye ku ev zêdetir ji heyvekê ye parêzgeha Siwêda li başûrê Sûriyê gelek caran metingên nerazîbûnê û rawestanên bêdeng li dar xistine, û xelkê parêzgehê rewşa jiyanê ya xirab û têkçûna rijêmê di dabînkirina xizmetguzariyan de şermezar dikin.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî ji hêla xwe ve piştgiriya xwe ji raperîna gelêrî ya berdewam li parêzgeha Siwêdayê dijî rijêma Esed û milîsên wê anîbû ziman, û ji civaka navdewletî xwestiye ku xwepêşandanên xelkê li Siweydayê paşguh neke, û bizavê bi awayekî vebir û cidî bo pêkanîna veguhastina siyasî li gorî biryarên navdewletî bike, û trajediya gelê Sûriyê rawestîne, û daxwazên wan ji bo avakirina dewleta azadî û rûmetê dûrî rijêma Esed û sembolên wê pêk bîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî