Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi tundtirîn gotin hiştina desthilata Swêdî ku tundrewek nusxeyeke Qurana Pîroz li ber balyozxaneya Tirkiyê li Stockholmê bişewitîne, şermezar dike, û redkirina xwe ya tam ji her handana ku ziyanê digihîne ol û pîroziyan tîne ziman.
Hevbendiya Niştimanî amaje bi wê yekê dike ku ev bûyer sedema tevdaneke metirsîdar e ji nêzîkî du milyar misilmanên li cîhanê re, û berovajî nirxên jiyana hevbeş e, û peyamên nefret û tundûtûjî û nijadperestiyê hildigre, û hişyariyê dide ji helmetên çêkirina nefretê li dijî Îslamê, û ji civaka navdewletî dixwaze ku her kiryareke têkildarî dijatiya pîrozî û olan wek sûc û tawanê bibîne, da ku aştî û ewlehiya navneteweyî dabîn bibe.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
22 çilê paşîn 2023