Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî berdewamiya danûstandinên Netewên Yekbûyî bi rijêma Esed re û pêşwazîkirina nûnerên rijêmê di ofîsên Netewên Yekbûyî de piştî wergirtina belgeyên karê nûnerekî nû yê rijêmê li ofîsa Netewên Yekbûyî li Cinêvê şermezar dike.
Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku Rijêma Esed nûneratiya gelê Sûriyê nake, û ew rijêma qirkirinê ye û bi hevalbendên xwe re bihezaran tawan li dijî sivîlan bi rêya bikaranîna çekên kîmawî, bermîlên teqîner û gelek çekên din pêk anîne, û ew berpirsa sereke ye di ber trajediya mirovî ya gelê Sûriyê de, û divê bi fişarên kartêker dijî van tawanan tevan bê derketin, û veguhestina siyasî û dadgehkirina dadperwerane ji rijêmê û sembolên wê re pêk werin, ne ku bi danûstandinên dostane têkilî pêre berdewam bibin.
Pêşkêşkirina çi platformekê ji rijêma Esed û hevkarên wê re di civînên navdewletî de, tê wateya berepêk û xapandin û sextekariyên zêdetir, ji ber ku ji tevaya cîhanê re hatiye çespandin ku rijêma Esed her hewlên siyasî yên girêdayî dosya Sûriyê asteng dike, û hewl dide ku demê ji xwe re qezenc bike da tawanên zêdetir pêk bîne, di heman dema ku civaka navdewletî tiştek ji bo rizgarkirina gelê Sûriyê ji hovîtiya vê rijêmê pêşkêş nekiriye.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
4 sibat 2023