Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit nameyên alîkarîxwaziyê arasteyî hejmarek ji dewletên bira û dost kirine, ji bo destwerdana lezgîn û standina rêşûnên awarte, da rewşa bobelatî ya ji encama erdheja ku vê sibehê li Sûriya û Tirkiyê xistiye mezintir nebe.
Û dewletên ku Hevbendiya Niştimanî name ji wan re şandine ev in: Amerîka, Yekîtiya Ewropa, Brîtanya, Fransa, Belçîka, Keneda, Almanya, Îtalya, Japonya, New Zealand, Norwêc, Swêd, Dewleta Qeter, Erebistana Siûdî, Kuweyt û Îmarata Erebî.
Û Hevbendiya Niştimanî bang li hemû dewletên bira û dost û rêxistinên navdewletî yên tenduristî û alîkariyê her weha rêxistinên Sûrî kir, ji bo destpêşxeriyê bikin û bi rêşûnên awarte rabin da rewş xerabtir nebe, û piştgiriyê bidin şandina tîm û alavên rizgarkirina sivîlan li Sûriyê, û fişarê li ser rijêma Esed û hevalbendên wê bisepînin, ji bo garantîkirina ku bombebaran li deverên ku ziyan gihaye wan çênebe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî