Serokê desteya danûstandinên Sûrî Nesir Elherîrî tekez kir ko arîşeya Sûriyê di kirdeyên hovane yên rêjîmê derheqê sivîlan de ye, ji ber ku wê bi sedhezaran xelk kuştine û bi milyonan koçber kirine.
Ev gotin di rûniştineke kongirê Miyûnix de yê ku duh karê xwe bidawî kiriye gotin, û got ku tiştê hat gotûnêjkirin behsa sedema bingehî ji tişta li Sûriyê çêdibe re û çav jê tê girtin nekiriye, û dibêne ko rewşa Sûriyê dilê arîşeyên rojhilata navîn e.
Rlherîrî ronî da ser rewşa mirovî ya xerab a ku sivîl têde dijîn, di dema wan êrîşên leşkerî de yên nuha li bajar û bajarokên Sûriyê bi destê rêjîmê û hevalbendên wê dibin, û destnîşan kir ko hêzên rêjîmê çekên qedexeya navdewletî wek yên kîmawî bikar tînin.
Serokê desteya danûstandinan got ku arîşeya Sûriyê di rêjîmê de ye, ya ko nêzîk 500hezar mirov kuştine, piraniya wan sivîl in, û bêtir ji 11 milyonan koçber kirine.
Dîsa tekez kir ko desteya danûstandinên Sûrî bi çareseriya siyasî ya li gor Cinêv1 û biryara navnetewî 2254ê pabend e, ta bigehê çareseriyeke siyasî ko hêviyên miletê Sûrî bicih bîne.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî