Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, tekez dike ku danûstandina Netewên Yekbûyî li gel bobelata erdhejê li Sûriyê bi şêweyek siyasî bû, û pêwîstiyên her deverekê li ber çavan nehatin girtin, û rêkxistinên Netewên Yekbûyî piştevanî ji rijêma Esed re şandin, û hiştin ku kavil li deverên rizgarkirî sivîlan bifetisînin, tevî ziyanên giran yên ku li wan deveran bûne.
Hevbendiya Niştimanî bang li civaka navdewletî dike ku liveke kartêker li derveyî Netewên Yekbûyî û Encûmena Ewlekariyê pêk bîne, ji bo peydakirina alîkariyê ji Sûriyan re û şandina tîmên pispor û avakirina penagehên bilez ji bo bidehhezaran malbatên ku aware bûne re, û daxwaza liveke bilez û kartêker ji Emîndarê Giştî yê Netewên Yekbûyî û Şanderê taybet bo Sûriyê kir, ji bo dergehên mirovî yên zêdetir bo deverên rizgarkirî vekin.
Netewên Yekbûyî nekarî ziyanên bobelata erdhejê li deverên rizgarkirî kêm bike, û ji ber vê yekê em dixwazin ku vekolînek bê vekirin derbarê egera bersiva nerênî hember bobelatê li deverên rizgarkirî li Sûriyê, û arastekirina piştgiriyê ji rijêma tawankar re.
Bobelata li deverên rizgarkirî ji şiyanên rêxistinên heyî zêdetir e, ev yek jî jiyana xelkê di heyvên bê de gelek zehmet dike, û pêwîstiya deverê bi planeke bersivdayîna navdewletî û kartêker û bi bandor û rasterast heye.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
12 sibat 2023