Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, û Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî Bedir Cemûs, gereke meydanî li deverên ziyan dîtine ji ber erdheja ku li Tirkiya û Sûriyê daye pêk anîn.
Û endamên Hevbendiya Niştimanî Ehmed Bekûra, Atif Zurêq û Eseed Elîto û hevrêzkarê ofîsa Hevbendiya Niştimanî li deverên rizgarkirî Necîb Rehmûn, her weha wezîrê Berevaniyê Emîd Hesen Elhemedê û Rêvebirê yekîneya hevrêzkariya piştgiriyê Mihemed Heseno di şandê de beşdar bûn.
Û Şande li rewşa xelkê bajarê Cindirêsê û gundewarên Efrînê temaşe kir, û serdana encumena xwecihî û penageh û kampan û xalên tenduristiyê kir.
Û Şande seredana baregehên Berevaniya sivîl kir, û spasî bo wan pêşkêş kir, û xebata wan a mezin di derxistina kesên ku di bin kavilan de mane bilind nirxand, û seredana beşên Artêşa Niştimanî yên ku di operesyonên rizgarkirin û alîkariyê de beşdar in kir.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî di hevdîtinên Şandeyê de tekezî li ser pêwîstiya xebat û hevrêzkariyê di navbera hemû aliyên şoreşger de ji bo kêmkirina ziyanên bobelata erdhejê kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî