Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, behaneyên ku Netewên Yekbûyî gotine ji bo têkçûna xwe di pêşkêşkirina alîkariyan de ji sûriyan re li deverên rizgarkirî veşêre bi tundî red kirin, dema gotiye ku opozisyonê rê nedaye derbasbûna alîkariyan, û ya rast ew e ku me daxwaza derbasbûna bilez a alîkariyan di riya sînor re kir, û ev tişt di rêya Bab Elhewa û deriyên sînorî re, an di riya vekirina dergehên sînorî yên din re, pêkan e.
Û Elmislit got ku ji katijmêrên pêşî ji bobelata erdhejê ve, me bang li Netewên Yekbûyî kir ku bi lez û bez destwerdanê bike, û alîkariyên pêwîst di sînoran re derbas bike, lê ew dereng ma û berepêk dan, û piştre çû deverên di bin kontrola Rejîma Esed de, daku piştgiriya wê bike, tevî ku bi sedên raporan diçespînin ku rijêma Esed alîkariyê didize û belav nake.
Û got ku daxwazên me zelal in, ew jî ku alîkarî di sînor re yan jî bi rêya esmanî derbasî bibin, û di hemû deriyên sînorî re dikarin alîkariyê werbigirin û veguhezên deverên rizgarkirî, û dûrahiya di navbera Tirkiyê û deverên ziyandîtî li Sûriye de ji ya ku dixwaze ku têre derbas bike re, li deverên di bin kontirola rijêmê de nêzîktir e.
Û berdewam kir û got ku Netewên Yekbûyî dixwaze xwe ji kêmasiyên derbarê deverên rizgarkirî kirine bêguneh diyar bike, piştî ku danpêdan bi paşvemana xwe hember deverên bakur û rojavayê Sûriyê kiriye, û hewl dide ku rewatiyê bide rijêma Esed bi gihandina alîkariyan bi rêya wê re, tevî hebûna gelek awayên gihandina alîkariyê.
Û Elmislit diyar kir ku rijêma Esed xwedî dîrokeke dirêj e di astengkirina gihandina alîkariyan de, û diziya wan û veguhestina wan bo hêzên xwe, û di mijarên mirovî de pişt pê nayê bestin, ji ber ku ew sedema sereke ya bobelata Sûriyê ye, ku zêdetirî deh salan bi rêya bombekirina kîmawî û kuştina bi hemû cureyên çekan berdewam e.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî