Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit û Serokê Desteya Danûstandinê Bedir Camûs, serdana encumena xwecihî li bajarê Cindirêsê li gundewarê Helebê kir, ev yek di nav gera meydanî li ser deverên ku ziyan dîtine ji ber erdheja wêranker ya ku li Tirkiyê û Sûriyê daye de tê.
Û şande ji endamên Hevbendiya Niştimanî Ehmed Bekûra, Atif Zurêq û Eseed Elîto û Hevrêzkarê Ofîsa Hevbendiya Niştimanî li deverên rizgarkirî Necîb Rehmûn, her weha wezîrê Berevaniyê Emîd Hesen Elhemadê û Rêvebirê Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê Mihemed Heseno pêk dihat.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî û Şandeyê pêre, li qebareya ziyanên ku bajarê Cindirêsê ji ber erdhejê dîtiye guhdarî kir, û li ser pêdviyên lezgîn û pêwîst bo bicihkirina kesên aware bûne û çareserkirina birîndaran rawestiya.
Û amadebûyan derengmana alîkariyên navdewletî û biserneketina wê di danûstandina bi bobelatê re ya ku bûye sedema mirina bihezaran mirov û awarebûna bisedên hezaran şermezar kir.
Û amadebûyan daxwaza hilgirtina berpisyariyê û piştevaniya saziyên xwecihî bo bersivdana bobelata erdhejê ji Netewên Yekbûyî û saziyên wê kir, nemaze deverên rizgarkirî yên ku amûr û keresteyên pêwîst lê tune ne.
Û amadebûyan cextî li ser pêwîstiya berdewamiya hevkarî û hevrêziyê ji bo sivikkirina derdeseriyên kesên ziyan ji erdhejê dîtine kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî