Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ruba Hebûş, pesnê helwêstên dewletên ku asayîkirina peywendiyan bi rijêma Esed re red kirine da, û di pêşiya wan de Dewleta Amerîkayê, û Hebûş tekezî li ser giringiya avêtina gavên bi vî rengî ji hêla dewletên dî ve kir, daku çemberê li rijêma tawankar teng bikin.
Û Hebûş cext kir ku pêwîst e rijêma Beşar Esed li ser tawanên ku ji sala 2011an ve kirine siza bibe, û veguhestineke siyasî pêk were, û derdeseriyên mirovî yên ku rijêma Esed û hevalbendên wê ji destpêka şoreşa azadî û rûmetê ve ta dîroka îro bûne sedem wan rawestînin.
Û ev yek hevdem bû li gel nûkirina redkirina Waşîngtonê ji asayîkirina peywendiyan bi rijêma Beşar Esed re, û berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Vedant Patel got ku em pêwendiyên xwe li gel rijêma Esed asayî nakin.
Û Patel got ku ew daxwazê ji hemû aliylên bi Şamê re ketine têkiliyan de dikin ku bi durustî biramin, û wan peywendiyan têxin xizmeta gelê Sûriyê li her derê.
Û Patel tekez kir ku rêvebiriya Amerîkayê tu kesî han nade li ser asayîkirina têkliyan, eger pêşketineke rasteqîn berve rêya çareya siyasî de tune be.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî