Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî binpêkirinên berdewam ji aliyê hikûmeta Libnanê ve li dijî penaberên Sûrî şermezar dike, ji ber ku bûyerên girtin û dersînorkirina kotekî berve deverên di bin kontrola rijêma Esed de dubare dibin, bêyî ti pabendiya bi mafên penaberan ên ku li ser asta navdewletî hatine naskirin, û bi xemsarî li metirsiya ku dê bighê wan penaberan dema vegerin Sûriyê dinerin.
Hevbendiya Niştimanî aşkire dike ku tiştê hikûmeta Libnanê dike pêngava yekem e ji tawaneke nêzîk re, di riya radestkirina qurbaniyan ji rijêma zordar re, ji ber ku hemû penaber ji ber zordariya rijêma Esed û hovîtiya dezgehên wê yên ewlekariyê reviyane, ew dezgehên ku hîn di operasyonên girtin û îşkencekirinê de ku gelek caran dibe sedema mirinê berdewam in.
Hevbendiya Niştimanî ji Netewên Yekbûyî û rêxistinên navdewletî yên mafên mirovan daxwaza bizavên cidî û sitandina rêşûnên bilez bo rizgarkirina penaberên Sûrî yên li Libnanê yên ku bûne qurbaniyên binpêkirinên Hikûmeta Libnanê kir, û Hevbendî tekez dike ku hejmareke mezin ji penaberên ku berê bi darê zorê hatibûn dersînorkirin bo deverên di bin kontirola rijêma Esed , tûşî desteserkirina rasterast bûne, û bi neheqî ew tuhmetbar kirine, da wan bixin zindanên bi navê qesabxaneyên mirovî têne naskirin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
20 nîsan 2023