Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi helkefta Cejna Remezanê pîrozbahiya miletên ereb û misliman û gelê Sûriyê dike, û ji xwedayê mezin dixwaze ku ev cejin bi serkeftin û aramî li gelê Sûriyê û mirovahiyê vegere.
Cejna Remezanê di ser sûriyan re derbas dibe, û ew di rewşên awarte de ne, ji ber hebûna rijêma Esed û berdewamiya binpêkirin û komkujiyên wê, û tiştê ku gelê Sûriyê rastiyê tê ji encama asayîkirina peywendiyan ji hêla hin dewletan ve bi rijêma tawankar re ye, ya ku zêdetir ji 12 salan e xwîna gelê Sûriyê dirijîne.
Hebûna bi milyonan derbiderên ku di şert û mercên mirovî yên dijwar de, û êşên malbatên pakrewan û girtiyan nayên jibîrkirin, û hêstirên dayikên ku zarokên xwe ji dest dane, û rijêma Esed ew ji zarokên wan bêpar kirine, hemû hêzên şoreşê li ser hemû astan datîne cihê erkdariyê, û wan han dide li ser xweragirî û xebatê heta roja azadiya Sûriyê hilê.
Gelê Sûriyê miletekî xwedî vên û rijdî ye paşerojeke geş li pêşiya wî ye, û tevî hemû dijwarî û astengiyên ku li pêşiya bidestxistina azadî, rûmet û avakirina Sûriyeke nû ku têde cihê rijêma Esed û milîsên wê nine, şoreşa xwe didomîne, û Hevbendiya Niştimanî li ser şopa gelê xwe yê dest ji armanc û pirensîpên şoreşa Sûriyê ya gewre bernedaye berdewam e.
rojî û xwedaperestiya we pejirandî bin
Û her sal hûn bi xêr û xweşî bin
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
20 nîsan 2023