Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, xweşhaliya xwe anî ziman bi sizayên ku îro Yekîtiya Ewropayê derxistine, û kesayetiyin rijêma Esed ên girêdayî serokê rijêmê û nêzîkî wê armanc kirine, û Hevbendî handanê li ser berdewamiya fişaran li ser vê rijêma tawankar, û beşdariya di rawestandina asayîkirina tîkliyan pêre, û karkirina ji bo destpêkirina dadpirsîna wê li ser tawanên ku li dijî gelê Sûriyê pêk anîne, dike.
Berdewamiya tawanên rijêma Esed dermafê gelê Sûriyê, û afrandina tirajîdiya mirovî ji bimilyonan Sûrî re, û berhemdan û hinartina keresteyên hişbir bo welatên cîhanê, dihêle ku pêwîst be civaka navdewletî bi awayekî cidî û vebir li ser bidawîkirina qeyranên ku vê rijêmê peyda kirine bixebite, di rêya pêkanîna veguheztina siyasî li gor biryara navdewletî 2254 û destpêkirina dadgehkirina rijêmê û sembolên wê re.
Hevbendiya Niştimanî beşdarî û helwêstên dubare yên ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve derketine bilind dinirxîne, û daxwaza avêtina gavan ber bi cîbicîkirina biryarên navdewletî dike, û daxwazê ji hemû dewletên ku dixwazin têkliyan li gel rijêma Esed normal bikin dike ku rawestin û biryarên xwe careke din di bin çavan re derbas bikin, ji ber ku vê rijêmê rêbaza xwe ya tawankarî neguhartiye, û çi gav ber bi pêvajoyeke siyasî ya li gorî daxwazên Sûriyan neavêtiye.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
24 nîsan 2023